image
PeyamaKurd Niviskar
image

Wek baÅŸ tê zanîn çend salên dawî ji bona dewletbûna Kurdistanê xebateke bi plân tê meÅŸandin. Ji bona dewleta Kurdistanê raya kurdistaniyan û kurdan gelek girîng bû. Ji bona vê jî diviya bû ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li darxistin û raya kurdistaniyan ji bona Dewleta Kurdistanê diyar bibe.

Pêvajoya biryargirtina referandûma serxwebûnê gelek dijwar derbas bû. Lewra YNKê û Goran û Partiyên Îslamî li dijî referandûmê bûn. Wan jî bi serê xwe biryar nedidan, ew di bin bandora Îranê de bûn. Lê di nav pêvajoyê de xebata Serokê Kurdistanê û cıvata sivîl, di mijara referandûma serxwebûn Kurdistanê de YNKê Kurdistan qane kir.

Ji bona ku YNKê û PDKê avakarên dewlete federe a Kurdistanê bûn; di demeke kûrt de li ser partî rêxistinêm Kurdistanê bandorek mezin danî. Ji derveyî GORAN û Komala Îslamî hemû rêxistinên Kurdistanê piÅŸtgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê pejirandin. Loma jî di 7ê Hezîrana 2017an de biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat erê kirin. Di hemandem de biryar hat girtin ku di 25ê Îlona 2015an de referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li dar xistin.

Ev biryara partiyên Kurdistanê û kurdistaniyan, di nav dewletên kolonyalîst de bû sedema reaksîyon û tepkiyeke mezin. Lewra Dewleta Iraqê nedixwest ku Kurdistan ji bin desthilatdariya wê derkeve. Iraq jî ji bona ku mustemlekeya Îranê bû, Îranê jî dizanî ku dema Kurdistan serbixwe be, li Iraqê desthilatdariya wê teng dibe. Tirkiye qasî wan nebe jî, wê jî li hemberî referandûmê reaksîyon nîÅŸan da. Di reaksîyona wê de bes sedema ku dewleta Kurdistanê ji bona kurdên Bakûrê Kurdistanê bibe modelekê ku. Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî, ji bona dewleta serbixwe tevbigerin. Wê demê ew koloniya xwe ya Kurdistanê wenda dike. Di vê mijarê de eynî tirs bi wateya stratejîk ji bona Îran û Iraqê jî hebû.

Loma jî sê dewletên kolonyalîst ji bona ku pêÅŸiya referandûma serxwebûnê bigrin, ketin nav xebatek dijwar û miÅŸterek. Di hemandem de Emerîka û hevpeymanên wê jî, ji bona ku referandûma serxwebûna Kurdistanê paÅŸve bê xistin hewil dan. Hesabê wan jî ew bû ku serokatiya Abadî nekeve xeteriyê li hemberî Malikî. Lê ji aliyê din jî Emerîka ji hêzbûna Serokê Kurdistanê ditirsiya.

Serokatiya Kurdistanê ji bona referandûmê paÅŸve bixe, pêÅŸniyarên xwe pêÅŸkêÅŸî Emerîka û hevpeymanên wê kir. Lê ew pêÅŸniyarên wan nehatin pejirandin. Serokatiya Kurdistanê biryar da ku referandûmê li dar bixe.

Wê demê êriÅŸên dijwar û planên qirêj ketin rojeve. Lê wan êriÅŸan nikarî pêÅŸiya referandûma serxwebûna Kurdistanê bigre.

Di 25ê Îlona 2017an de referandûm pêk hat. Beriya referandûjmê rojekê GORAN û Komala Îslamî jî biryar da ku di referandûmê “erê” bibêje. Wê demê yekîtiya kurdistaniyan û partiyÊn Kurdistanê û kêmneteweyan pêk hat. Encama referandûmê jî dema ji % 93ê erê derket, mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê yekrêziyek derket holê.

hesteke nû ya milî qewîmî. Di nav hemû kurdan de li hemû parçeyan û li dinyayê yekîtiyek û dostaniyek pêk hat. Din av kurdan de baweriyek xûrt qewimî. Rêzgirtina Serok Barzanî gelek xûrt û bilind bû. Di bin serokatiya Mesûd Barzanîı de yekîtiyeke kurdan û kurdistaniyan qewîmî û wek çemekî herikî.

Referandûm bi aawayekî gelek medenî û demokrat hat meÅŸandin. Derket holê ku demoıkrasiyeke plûral û beÅŸdarbûnê û patrlamenter li Rojhilata Navîn derdikeve qada siyaî. Kurdistan dê nebe bes dewleta kurdan dê bibe hemû dewleta kêm neteweyan jî. Dewleta Kurdistanê dê bibe dewleteke federal. Kerkuk jî dê bibe herêmeke otonom. Ew jî dê li Rojhilata Navîn bibe mînak û model.

Ev tewÅŸa Kurdistanê û encamên demokratÎk yên referandûmê, dostên kurdan kêfxweÅŸ kir û dijminên kurdan gelek eciz kir. Dijmina dest pê kir ku vê rewÅŸê beravajî bikin. PêÅŸiya dewlet avakirinê bigrin. Loma jî dewletên kolonyalîst, bi taybetî jî Tirkiyeyê xwest ku çar dewletên kolonyalîst wek sala 1975an li Cezayîrê li hevûdu kiribûn, peyman çêkin êriÅŸ bînin ser Kurdistanê.

Ev yêka pêk nehat. Tirkiyeyê sedî sed siyaseta xwe di derbarê Kurdistanê de guhert. Hikûmata AK Partiyê, siyaseta kemalîst û nîjadperest ya dewleta edetî meÅŸand. Teslîmî Kemalîstan û nijadperestên MHPêyî bû.

Irak û Îranê, bi Dewlleta Tirk re pêwendî meÅŸandin. Lê nexwestin ku Dewleta Tirk bikeve nav mijara Kerkûkê. Lê Îranê li ser projeyeke din ya xiyanetî kar dikiriye. Diyar e ku beriya referandûmê xwestiyê piraniya YNKÊ bikire û ji bona ku piraniya YNKê xerabî û xiyanetê li Kurdistanê bike. Lê di wê merheleyê de bi serneketin. Lê nîÅŸana vê xiyanetê bi awayekû rû dabû. Daxuyaniya kûrê Talebanî beriya referandûmê ÅŸevekê ku diyar dikir referandûm paÅŸve hatiye xistin. Heman rojê de bi piÅŸtgiriya Iraq û Îranê hewildana darbeya leÅŸkerî derket holê. Lê diyare ku ew kesan duho û pêr.(15-16. 10. 2017) li Kerkûıkê careke din xiyanet kirin.

Di van rojên dawî de diyar bibû ku Irak û Îran dê êriÅŸî Kerkûkê bikin. Ev yeka ji aliyê raya giÅŸtî de dihat zanîn. Loma jî Serokê Kurdistanê dixwaze ku ji bona piÅŸtgirî pêÅŸmergê biÅŸîne. Berpirsiyarên YNKê vê yekê naxwazin. Dibêjin “em têra xwe hene.” Ez jî, di wê baweriyê de ku heger YNKÊ Kerkuk biparasta, Hêzên Irak û Îranê (pasdaran, HaÅŸdî Åžabî û leÅŸkeran) nedikarîn bikevin Kerkukê.Wî ÅŸerî bi mehan diajot û serkeftina dijmin nedibû.

Hezar mixabin YNKê ew kesên dewletparêz îzole kir; darbeyeke û xiyaneteke merkezî pêk anî. Kerkuk teslîmî dijmin kir. Peymana xiyanetê hat diyar kirin. Peymana derketiyê holê jî darbeyeke û xiyaneteke mezin derdixwe holê. Gorî peymana xiyanetê, Kerkuk, Helepçe, Sileymaniyê dê bibe heremeke xweser û otonom û ji Kurdistanê bê veqetandin.

Ev projeya li, dijî yekîtiya Kurdistanê û miletê kurd e. Ev peymana desthilatdarî û serwweriya miletê kurd ne, dê yên partiyên siyasî ava bike. Ev projeya, diÅŸibê projeya ku di sala 2005an de di navbeyana Emer3ıkayan û Celal Talebvanî de hatibû pejirandin. Daxwaza GORAN ku Sileymaniyê ji Kurdistanê veqetîne. Dîsa projeya Mam Celal ya di derbarê Kerkûkê de ye. PêÅŸniyar ew bû ku Kerkuk li derveyî Kurdistanê wek herêmeke otonom bimîne.

Emerîka û hevpeymanên wê, kurd firotin û ji vê xiyanetê re alîkarî kirin. Ji bona xatirê Abadî bibe serokwezîr û xwedêgiravî desthilatdariya Îranê, li Iraqê sînor bike. Emerîka çima nizane ku Abadî jî ÅŸiî ye û nêzikî Îranê ye. Loma jî hêza Îranê HaÅŸdî Åžabî wek hêzeke qanûnî û rewa û hiqûqî pejirand ku ew hjêza ÅŸiîya ya wek DAEÅžê ye. Terorîst e.

Di encamê de dikarim bibêjim ku LI HEMBERÎ KURDISTANÊ Û MILETÊ KURD PLANEKE, DARBEYEKE, XÄ°YANETEKE NETEWÎ Û HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ YA QIRÊJ Û MEZÄ°N TÊ MEÅžANDÄ°N.

AÅŸkere ye ku serokatiya Kurdistanê beriya ku Kerkuk bikeve bin bandor û kontrola Îran û Iarqê; diyar e piÅŸt rejî, krîz baÅŸ birêvenebir.

Her kes û ez jî li bendeyê me ku Serokê Kurdistanê û Hîkûmeta Kurdistanê hemleyeke mezin e ku plana li hemberî Kurdistanê û miletê kurd têk bibe ye.