image
Z. Brîndar Niviskar
image

Wekîlê HDP Îmam Taşçier, ku bi xwe ji pêvajoya DDKD tê, bangewazîyek li partîyên Kurd Kurd kir. Taşçier, pêşniyaza „di hilbijartinan de em bi hev re di tevgerê de bin“ li partîyên Bakurê Kurdistanê kir.

Pêşniyaz wek pêşniyazek maqûl û xweş tê guhê meriv. Lê çi hikmet be pêşniyaz û bangewazîyên bi vî awayî hertim berî hilbijartinan tên kirin û piştî hilbijartinan jî tên bincilkirin. Di pêvajoya hilbijartinan de kî karibe kê bixapîne, kî karibe ji kê îstîfade bike, jê re kar dimîne. Ji derveyî berjewendîyên şexsî û partîtîyê, heta îro ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê tu xêr ji van bangewazî û pêşniyazan derneketiye.

Hewce nake meriv li ser HDP raweste û zêde wê binirxîne. Ocalan û Alîkarê Erdogan Beşîr Atalay ji xwe eşkere gotibûn: “HDP li ser daxwaza Ocalan û MÎTê hatiye damezirandin”. Ango, HDP bi destê dewletê û AKP hatiye damezirandin.

Çima û ji bo çi HDP hatibû û hatiye damezirandin?

Beriva vê pirsê jî wekîlê HDP û qasidê navbera Ocalan û dewletê S. Sureyya Onder pir eşkere anîbû zimên:

“Ji bo em rê li ber pêşketin û hişyarîya netewperwerîya Kurd bigrin, me HDP damezirand”.

Yanî, HDP ji bo ku Kurdan bi Tirkan û Tirkîyê ve pîne bike, wan asîmîle bike û wan ji doz û hişmendîya Kurd û Kurdistanîbûnê dûr bixe, hatiye damezirandin. Ev aşîkar e, eşkere ye û ne tiştekî veşartî ye.

Gelo HDP partîyek Kurd e, partîya Kurdan e?

Bersiva vê pirsê jî wekîlê HDP Ertugrul Kurkçu pir vekirî dabû:

“HDP ne partîyek Kurd e!” gotibû.

Serê hefsarê HDP di destên Tirkan de ye. Her çiqasî bingeha HDP Kurd bin jî, piranîya serok û serkêşên HDP Tirk in, çep û Kemalîstên Tirk in, Tirkperest in. HDP ala Tirkîyê wek ala xwe dibîne, sînorên dewleta Tirk sînorên xwe qebûl dike, parçekirina Tirkîyê naxwaze, di kongreyên xwe de ala Tirkîyê û dîmenên Atatirk dadiliqîne, di bernameya xwe de ji Filistînîyan re serxwebûn, lê ji Kurdan re tenê mafên piçûk û demokratîk diparêze. Ango, dijminatîya Kurdistanek serbixwe dike.

Ev tev li alîyekî, ma şer û qetlîama “Xendek”an ne li ser bang û daxwaza PKK, HDP û DBP pêk hat? Belê.

Di şerê xendekan de bajarên Bakurê Kurdistanê herifîn, zêdeyî 13.600 mal û xanî wêran bûn, kevir li ser kevir neman û li dora 10 hezar keç û xortên Kurd bilasebeb hatin kujtin.

Gelo HDP di derbarê van xeletî û şaşîtîyên mezin û dij Kurd de rexne li xwe girt û lêborîn ji Kurdan xwest? Na.

Bi ser ku HDP di derbarê Kurdan de gunehkar e û gunehên mezin kirine, gelo bangewazî û pêşniyaza ku ji bo partîyên Bakurê Kurdistanê dike rast e û maqûl e?

Helbet ji bo HDP û rêveberên wê rast û maqûl e. Bi vê bangewazî û pêşniyazê HDP dixwaze partîyên derveyî xwe bike şirîkê sûc û gunehên xwe, dixwaze kiryar û dijminatîya ku li hember Kurdên bakur kiriye bide jibîrkirin, prestîj û rêza ku di nav Kurdên Bakur de wenda kiriye paşde bistîne, xwe ji sûc û gunehê kujtin û wêrankirina şerê “Xendek”an bişo û derxe pakijîyê.

Bêguman her Kurdê dilşewat ne li dijî hevkarî û tifaqê ye. Heke partîyên Bakurê Kurdistanê (tevî HDP) karibin li ser esasê berjewendîyên netewî bên ba hev û hevkarîyek netewî pêk bînin, xêr e, pîroz e. Lê divê neyê jibîrkirin ku HDP ne partîyek Kurd û Kurdistanî ye, ne partîyek netewî ye, partîyek Tirk û Tirkîyê ye û ji bo paraztina berjewendîyên dewleta Tirk hatiye damezirandin. Ango, di derbarê berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ferqên pir piçûk di navbera AKP, CHP û MHP de hene. Lê bi giştî hemû jî partîyên dewletê ne, hemû jî ala Tirkîyê, yekrêzîya xaka Tirkîyê û yekîtîya dewleta Tirkîyê diparêzin.

Û partîyên din?

Partîyên ku xwedêgiravî Kurd in û xwe Kurdistanî dibînin?

Gelo wê partîyên derveyî HDP (PSK, PDK-B, PDK-T, AZADÎ, PAK, HAK-PAR û wekî din) çawa û bi çi şert û mercî nêzîkî bangewazî û pêşniyaza HDP bibin?

Gelo wê hesabê jenosîda “Xendek”an ji HDP bipirsin û lêborînê jê bixwazin?

Yan ji bo kursîyekî parlamentoyê bidestxin wê bibin şirîkê gunehên HDP û ji wê û siyaseta wê ya Tirkayetîyê re li çepikan bidin?

 

Z.Brîndar