image
Z. Brîndar Niviskar
image

Ola îslamê, yan jî dînê îslamê, ji bo Ereb û Farisan rûdank û maske ye. Di bin wê rûdankê de siyaset, polîtîka û îdeolojîya Fars û Ereban tê kirin, nîjadperestî û netewperestîya Fars û Ereban tê meşandin. Misilmantî ji bo wan bingeha îdeolojîya Faris û Ereban e, stûna berjewendî û dewlemendîya wan e. Lê Tirk ji Faris û Ereban zêdetir vê rûdank û maskeya ola îslamê bi kar tînin û hema bêjin ji ser rûyê xwe navêjin û dernaxin.

Ola îslamê, ango misilmantî di devê her sê dewletan de bûye benîşt û dicûn. Hem dikin qirçe qirç, hem jî di bin wê rûdank û qirçe qirçê de her kiryarên xirab û ne mirovane li dijî Kurdên bêmecal dikin. Ew Kurdên ku ji dema Mihemmed û heta bi îro bûne barkêş û himalê ola îslamê, ew heta bi îro anîne, paraztine û xwedî lê derketine, îro ji alî Tirk, Ereb û Farisên ku li ser navê ola îslamê dijminatîya mirovahî û  mirovantîyê dikin ve tên kujtin û tunekirin. Hem jî bi navê ola îslamê, bi navê bratîya ummetê.

Gava meriv li dîroka Tirk, Ereb û Farisan dinere, dibîne ku îslam û ola îslamê ji bo wan tenê alav û amûrek siyaset û polîtîkayê ye. Alav û amûrek siyaset û polîtîka jiyanê, hebûnê û zindîbûnê. Heke ev her sê dewlet xwe bi vê siyaset û polîtîka ola îslamê negrin, heke di bin rûdank û maskeya ola îslamê de xelkê nexapînin û bi dek û dolaban mejîyê xelkê neşon, wê wek liba hinara li tahtêketî ji hev belawela bibin, ji hev de bikevin û birûxin. Siyaset û polîtîka îslam û ola îslamê hem hebûn û hem jî tunebûna wan e. Ev her sê dewletên ku li ser navê îslam û ola îslamê xwînê dirêjin û li ser navê xweda û pêxember serê zarokên xelkê jêdikin, bi kirasê bratîya ummetê li nav serê Kurdên reben dixin û bi şûrê îslamê serê Kurdan jêdikin. Tirkên ku îslam û ola îslamê bi xêra mezin, alim, şêx û zanayên Kurd naskirin û bûn misilman, îro bi navê îslamê xwe li serê Kurdan ferz dikin û xwe li serê Kurdan dikin xelîfe û xwedanê îslamê.

Dewleta Tirk mizgeftên ku xwedêgiravî wek mala xwedê tên naskirin, ji xwe re kirine baregeh, navendên êrîşê û nifirgeh. Di wan mizgeft û nifirgehan de nifir li Kurdan tên kirin, dua ji leşkirên dewletê re tên kirin û her mizgeftek bûye wek baregehek hêzên polîs û artêşa dewletê. Ji xwe yek ji stûna zindîmayîn û paraztina dewleta Tirk ev mizgeft in. Bilasebeb li her taxekê bi dehan mizgeft û terîqet nehatina avakirin. Bilasebeb li her bajarî bi sedan mizgeft û terîqet nehatine avakirin. Bilasebeb li her bajarekî Ewrûpayê bi dehan mizheft û bi sedan terîqet û cemaet nehatine avakirin. Ev tev jî propaganda dewletê, navtêdana polîs û artêşa dewletê dikin, wek baregehên îstîxbaratê ji dewleta xwe re kar dikin.

Werhasilî kelam, mesela me li ser birêz Alî Ertaş bû.

Serokê Dîyaneta Tirkîyê Alî Ertaş, di derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê de, li bajarê Adapazari axivî.

Erbaş, anî zimên ku xwedêgiravî  “Mehmetçîk (yanî leşkirên artêşê) ji bo ku ziyanê nedin kesên sivîl û bêguneh hêdî hêdî li Efrînê bi pêş de diçin“.

Ango, heke ne ji xelkê sivîl û bêguneh bûya, wê Mehmetçîkên wan di 24 seetan de ketibûna Efrînê û Efrîn dagîr bikirina.

Siphanallah!

Ji alîyekî qaşo Mehmetçîkên wan naxwazin xelkê sivîl û bêguneh bikujin, ji alîyê din Mehmetçîkên pîlot bi balafiran bombeyan bi ser xelkê sivîl û zarokan de dibarînin da ku Efrînê zûtir dagîr bikin. Di bombebarandina Mehmetçîkên pîlot de heta niha nêzîkî 500 zarok û Kurdên sivîl hatine qetilkirin.

Ev çi tirşik e qurban?

Û tirşika xweştir dîsa ji devê birêz Ertaş derketiye:

“Kesên Iraq û Sûrîyê bombe dikin, mirovan qetil dikin. Leşkirê me yên misilman li gor ehlaqê îslamê şer dike. Ji ber wê şerê Efrînê hêdî bi pêş dikeve. Leşkirê me naxwaze xwîn ji pozê kesekî bê, ji xwe ev fermana îslamê ye. Elhemdulîllah, temamê fetîhên me (dagîrkirinên me) ji bo rêlibergirtina zilmê hatine kirin“.

Dîsa siphanallah!

Gelo dî kîjan fetîh û dagîrkirinên we de serî nehatine jêkirin, mal nehatine şewitandin, destdirêjî li keç û jinan nehatiye kirin û xwîn ji pozê kesî nehatiye sayin Ertaş?

Yan jenosîda Dêrsim, Koçgirî, Gelîyê Zîlan, Agirî, Roboskî û ewên din nayên bîra te?

Sala par Mehmetçîkên we yên qaşo misilman li Amed, Cizîr, Şernex, Nisêbîn û bajarên din xwîn ji pozê 10 hezar keç û xortên Kurd anîn sayin Ertaş.

Yan te ew ji bîr kirin?

Yan spîk û perda reş ketiye ser çavên te?

Na na, welleh û billeh Erbaşê me rast dibêje!

Rast dibêje, lê gava mijar Kurd û Kurdistan be, şaş dibêje.

Mehmetçîkên wî ji derveyî Kurdan naxwazin xwîn ji pozê tukesî bê.

Naxwazin xwîn ji pozê tukesî bê, lê di mizgeft û camîyên xwe de ji bo xwîn ji dev û pozê Kurdan biherike dua dikin, wesselam…

 

Z. Brîndar

12.02.2018