image

PeyamaKurd - Akademiya Swêdê ya ku xelatên Edebiyatê dide, ji ber skandala destdirêjiyê û îstîfayên juriyê biryar da ku îsal xelat nayên dayin. Akademiyê daxuyand ku xelatên Edebiyatê yên sala 2018an dê betal bibe û di sala 2019an de dê bê eşkerekirin.

Juriya ku bi skandala destdirêjiyê li tevahiya cîhanê rêzdariya xwe winda kir û ji hev belav bû, îsal xelata Nobelê dê piştî 75 salan cara ewil nedin.

Xelatên Edebiyatê yên Nobelê yên sala 2018an divê di demsala payizê de bihata eşkerekirin lê ji ber skandala destdirêjiyê ya di juriye de, navên xwediyê xelatan dê di sala 2019an de bê eşkerekirin.