image

Hat ragihandin ku li bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê cûreyeke nû ya nebatan hatiye dîtin.

Lêkolînerê Zaningeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) Mehmet Firat eşkere kir ku wî li navçeya Berwarî ya Sêrtê cûreyeke nû ya nebatan kifş kiriye û navê wê jî kiriye ‘Allium Pervariensis’

Firat destnîşan kir ku li herêma çemê Botanê ya Berweriya Sêrtê di sala 2012an de geştek kir û di encama wan geştan de cûreyeke nû yanebatan dîtiye. Firat ragihand ku navê wê kirine ‘Allium pervariensis'.

Herwiha Firat da xuyakirin ku ‘Allium pervariensis' di kovara Îtalî ya bi navê ‘Plant Biosystems’ de derçûye.