image

PeyamaKurd - Li navçeya Erdîşê ya Wanê jina ducanî li korîdora nexweşxanyê welidiya. Hate ragihandin ku jina ducanî ji ber nebûna bijîşk û rewşa wê ya giran li korîdora nexweşxaneyê welidiye û divê demê de serê pitika wê li erdê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê jina ducanî ya bi navê Semra Baran piştî ku rewşa wê giran dibe ji aliyê malbatê ve dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdişê. Li nexweşxaneyê ji wan re tê gotin ku bijîşk tineye û rewşa nexweşê we jî giran divê hûn bibin Wanê. Ji ber vê yekê malbat daxwaza ambulansê dikin, lê ambulans ji bo nexweşê wan nayê dayîn. Piştî demekê jina ducanî li korîdora nexweşxaneyê, pitika xwe tîne dinê û divê demê de jî pitik li erdê dikeve û jiyana xwe ji dest dide.

Tîye jina ducanî Henifi Baran li ser bûyerê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku ji ber rewşa nexweşê me û tinebûna bijîşk xwestin me bişînin Wanê lê ji ber derfetan me nekarî nexweşê xwe bibin û nexweşê me li nexweşxaneyê welidî û got: "Em çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erdişê ji me re gotin ku rewşa nexweşa we ne baş e, berin çihêkî din. Me jî ji rayedaran daxwaza ambulansê kir, lê nedan me. Li ser vê yekê ez çûm wesayîta xwe ji gund anî, heta ez hatim rewşa nexweşa me gelek xirabû. Berî ji me re gotin bijîşk tine ye lê dema ez hatim ku bijîşk li nexweşê me mudaxale dike. Piştî vê nîqaş di navbera me de derket û min got çima berî we ji me re got tine ye û niha hûn mudexale li nexweşê me dikin. Li ser vê yekê bijîşk giliya min kir û ez hatim desteserkirin, piştî ku min îfadeya xwe da ez vegeriyam nexweşxaneyê û rewşa nexweşê me ne baş bû hewldan nexweşê me bibin beşa welidandinê, lê nexweşê me got ez nikarim birêve biçim jê re gotin ti dikarî bimeşî, di vê navberî de jî nexweşê me weladiye û pitika wê li erdê ket."

Li ser mijarê Parlamenterê bajarê Wanê yê HDPê Adem Geverî ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku her roj skandalên bi vî şiklî çêdibin. Li ji ber rewşa awarte hiqûq û qanûn nemaye. Diçin zilm û zordarî li xelqê dikin, meseleyê şexsî jî dikin, meseleyê siyasî û xelqê aciz dikin. Li gorî ragihandina malbatê jina ducanî li korîdora nexweşxaneyê diwelide û zarokê wê ji ber ku li erdê dikeve jiyana xwe ji dest dide û got: "Derbarê vê bûyerê de du rapor ji aliyê nexweşxaneyê ve tê amadekirin, di raporekê de dibêjin ku jina ducanî li dora saet 05:00an welidiye û li dora saet 09: 00an jî jiyana xwe ji dest daye. Di rapora din de jî tê gotin ku zarok mirî hatiye dinê. Em nizanin gelo kîjan rast e û rapora otopsiyê jî hêj derneketiye. Lê sedema mirinê bi otopsiyê mirov dikare hîn bibe, lê ti baweriya me tinye ku lêkolînekê rast bê meşandin, ji ber ez ne bawerim ku esahiya vê meseleyê derkeve holê."

Geverî wiha pê de çû: "Me ji bo lêkolînê vê meseleyê pêşkeşî parlamentoyê kir (Parlamentoya Tirkiyeyê) lê hêj parlamentoyê ji bo lêkolînê bersiva me ne daye. Em bi gumanên ku dê bersiva me jî neyê dayîn. Ji bersivê bêtir ji me re encam girîng e. Lê hêviya me ya encameke ji vê derkeve tineye."