image

PeyamaKurd - Dayîkeke Rûsî zaroka xwe derxiste firotinê û diyar kir ku kesê ku zaroka min bikire çawa bixwaze dikare parçeyên laşê wî bikar bîne.

Lyudmila Sadryeva ku li bajarê Çelyabisk yê Rûsya dijî, perçeyên laşê zaroka xwe bi 4 hezar û 400 dolarî ji bo firotinê li ser malpereke înternetî ya Rûs îlan kiribû hat tewambar kirin.

Di îlanê de peyvên weke” Zaroka min pir bi tenduruste û kesê ku bikire çawa bixwaze dikare bikar bîne” hatin bikar anîn.

Piştî ku ev îlan ser medyaya civakî hat belav kirin, polîsên Rûs ketin tevgerê. Dayîka ku bi hevala xwe ya malê re jiyan dikir piştî ku li ser mala wê de hat girtin, dayîk hat bin çav kirin û ew tewambariyana qebûl nekir û diyar kir wê ji ber ku bi hevala xwe re li hev nekirine û ji ber tolhiladanê ew îlan kiriye.

Sadryeva di lêpirsîna xwe a bi polîs re diyar kir ku wê gefên kuştinê girtine û ji ber vê nekariye zaroka xwe bişîne dibistanê û daxwaz kir hevala wê ya malê ku piştî bûyerê reviye bê girtin.