image

Ciwan Yûsifê kurd ê Qamîşloyî ku ev demek e têkiliyê wî bi Ricky Martin Stranbêjê navdar ê Porto Rikoyî re heye, digihîjin mirazê xwe. Ricky Martîn ji ser hesaba xwe ya înstagramê ragihand ku di demek pir nêzîk ew û hevalê xwe Ciwan Yusuv (Jwan Yosef) dizewicin. Martîn got:”Em plan dikin daweteke navneteweyî li dar bixin."

Martin ji ser hesaba xwe ya înstagramê peyam da û wiha got: "Heta demeke nêzîk em ê agahiyên berfireh ên dawetê belav bikin." Ricky Martin û Ciwan Yusuv 2 sal berê nîşan kiribûn û niha du zarokên wan ê cêwî ku bi pergala dayîka barkêş çêkiribûn hene. Martin li ser hisabê xwe yê Instagramê gelek caran wêneyên zarok û hevalê xwe jî parve dike.