image

Peyama Kurd /  Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê PKK li Şingalê Zekî Şingalî, di encama bombebarandina firoketên Tirkîyê de li Şingalê jiyana xwe wenda kiriye û hatiye kujtin. 

Li gor tê ragihandin, Firokeyên Tirkîyê gelîyê Şilo yê rojavayê Şingalê bombebaran kirine, di encama bombebarandinê de Zekî Şingalî û çar şervanên YPŞ jiyana xwe wenda kirine.

Zekî Şingalî (Îsmaîl Ozden) bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê bajarê Batmanê ye û di 1952an de çêbûye. Şingalî, yek ji rêvebirên PKK û Berpirsê Hêzên Paraztina Şingalê YPŞ û Yekîneyên Laleşê ku girêdayî Haşdî Şabiî bû.