image

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza îstifakirina 3 wezîrên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê qebûl kir.

Navên wezîrên îstifa kirine ev in: Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Mihmed Qadir Hawdiyanî, Wezîrê Herêm û Karûbarê Parlamentoyê û Wezîrê Veguhestin û Gihandinê bo Wekalet Mewlud Bavemurad û Wezîrê Herêmê bo Karûbarê Koç û Koçberan Xazî Seîd.

Roja 16ê Çileya 2018an Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi hinceta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên wê bicîh neanîne, ji hikûmetê vekişiya bû.

Piştî wê biryarê, wezîrên ser bi Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê îstifaya xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribûn.