image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di hevdîtinê de şanda mêvan sitratêjiya welatê xwe ya li dijî DAIŞê ji Serok Barzanî re şirove kir.


Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û Steven Fagin Konsolosê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên nû yên li ser asta herêmî û navdewletî guftûgo kirin û Balyozê Amerîka li Iraqê stratejiya welatê xwe ya di derbarê wêstgeha dawî ya şerê DAIŞê û yarmetîdana koçber û pêkhatên Iraqê û her wiha guhertinên herêmî ji bo Serok Barzanî xisterû û balkişand li ser rola bi bandor ya Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê li parastina pêkhat û koçberên Iraqê li şerê terorîstên DAIŞê.

Di beşeke dinî vê civînê de derbarê Iraqa piştî hilbijartinê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû û hevkêşeyên li nav Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir, ku ewa ji aliyê Herêma Kurdistanê ve girîng bernameya hikûmeta paşarojê ya Iraqê ye û herwiha pabendbûna aliyan bi sê prensîpên hevbeşê li hukimdarî û tewafuq li yasadanan û hevsengî li damezrevanan eweliyeta serekî ye û tekez li wê yekê jî kir ku ber çav girtina wan sê prensîpan dibê sedema çareserkirina gelek ji kêşeyan.