image

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hevdîtina şandeya Kurdistanê ya digel Papa Francis a li Vatîkanê, daxuyaniyek weşand û ragihand Papa ji bo alîkariya wan a bo xelkên mesîhî sipasiya Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kiriye.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin ku Papayî gotiye: " Ez hêvî û dia dikim ku pêkvejiyan, aşitî û biratiya li Herêma Kudistanê ya heyî her tim berdewam be. Hemû arîşe bi rêya diyalog, aşitî û lihevtêgihiştinê bên çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înê li Vatîkanê, ji aliyê Papa Francis ve hatibû pêşwazîkirin. Barzanî ji Papayî xwestibû ji bo rewşa di navbera Hewlêr û Baxdayê de Papa jî rola xwe bilîze.