image


PeyamaKurd - Hinek Partiyên Kurd ên Sûriyeyê li dijî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li ser Sûriyeyê derdikevin. Hin jê jî piştgiriyê didin; ENKSê jî anî ziman, ku ew piştgiriyê didin êrîşa li ser Sûriyeyê û ev êrîş peyameke ji bo Rûsyaye. Herwisa PYDê jî bal kişand ser ku ev êrîş wê pirsgirêka Sûriyeyê kûrtir bike.

Roja şemiyê ya 14ê Nîsanê Amerîka, Brîtanya û Fransayê li hemberî Sûriyeyê operasyoneke hewayî li dar xist. Derbarê êrîşê de partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo Sputnikê axivîn.

PAŞVERÛ: Em vê êrîşê qebûl nakin

Rêveberê Partiya Demokratîk a Paşverûya Kurd li Sûriyê (Paşverû) Mistefa Henîfî diyar kir ku ew êrîşê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li hemberî Sûriyeyê qebûl nakin û got, ev vê êrîşê protesto dikin. Henîfî ragihand ku ew wekî partiyê bi awayekî tund li dijî êrîşê derdikevin û wan ji bo protestokirina êrîşê daxuyaniyek weşandiye. Rêveberê partiya Paşverû derbirî ku êrîşeke li dijî Sûriyeyê ji kîjan welatî were bila were, ew qebûl nakin.

PYD: Êrîş wê pirsgirêka li Sûriyeyê kûrtir bike 

Rêveberê PYDê Fethî Mihemed jî derbarê êrîşê de ji bo Sputnikê anî ziman ku ev êrîş dê pirsgirêka li Sûriyeyê kûrtir bike û ev tişt gotin, "Êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ne ji bo çekên kîmyewî bû. Ne ji bo mirovatî û heq û hiqûqê jî bû. Amerîka ji bo peyamê bide Rûsyayê û bibêje, li Rojhilata Navîn em jî hene, ev êrîş pêk anî. Bi roja beriya vê êrîşê hat gotin ku wê li hemberî Rûsya û Sûriyeyê êrîş werin kirin. Ev jî dide nîşan ku armanca êrîşê ne têkbirina Esad bû. Ji bo peyamdayînê ev êrîş pêk anîn. Ev ne êrîşeke rasteqîn bû. Amerîka daxuyaniyê dide û dibêje me li Sûriyeyê xist û wan wendahî dan."

Mihemed anî ziman ku ev gotina Amerîkayê ne rast e û wisa berdewam kir: "Di êrîşa li hemberî Sûriyeyê de leşkerekî jî jiyana xwe ji dest neda. Piştî vê êrîşê Esad êdî dikare bi rihetî êrîş bike. Ji ber ku êdî Amerîka nas kir û fêm kir ku Amerîka beriya êrîş bike wê agahiyê bide. Amerîka beriya êrîşê ji Rûsyayê re dibêje, amade be, moşekên min tên. Ev jî dide nîşan ku ev ne êrîş e, peyamdayîn e."

ENKS: "Em piştgiriyê didin vê êrîşê"

Rêveberê ENKSê Fuad Elîko jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin êrîşa li ser Sûriyeyê û ev tişt anîn ziman: "Amerîkayê bi vê êrîşê nexwest peyameke eskerî, xwest peyameke siyasî bide Rûsyayê. Rûsya li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn herku diçe xurtir dibe. Amerîka bi êrîşa li hemberî Sûriyeyê got, "Bêyî min hûn nikarin tiştekî bikin." Bi vê êrîşê xwest di warê siyasî û aborî de bandorê li Rûsyayê bike."

Elîko wisa berdewam kir: "Kêşeya sixurê rûsî ya di navbera Rûsya û Ewropayê de jî bi êrîşa Sûriyeyê re têkildar e. Dewletên Ewropayê jî xwestin peyamekê bide Rûsyayê. Beriya niha di demeke nêzîk de li herêma Dêra Zorê li hemberî leşkerên rûsî êrîş pêk hatibû. Ev êrîşa dawiyê dibe bandorê li hevdîtinên Cenevê bike. Di hevdîtinên Astana û Soçiyê de ti çareseriyek pêk nayê. Bi vê êrîşa dawiyê derket holê ku divê pirsgirêka Sûriyeyê bi rêya siyasî were çareserkirin."