image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de li gel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêvajoya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku, herdu aliyan behsa pêşhatên dawî der heqê pêvajoya siyasî de û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kirin û Macron tekezî li ser pêwistiya beşdariya hemû aliyên Iraqî û bi taybet jî aliyên Kurdistanî di proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta Iraqê de kir.

Ji aliyê xwe Nêçîrvan Barzanî jî bo piştevaniya Fransayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê spasiya Macron kir û herwiha bal kişand li ser wê yekê ku aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê dê beşdarê proseyasî û hikûmeta nû ya Iraqê bibe û  hêvî kir ku peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de di hemû waran de berdewam bin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokomarê Fransayê kir ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê roleke girîng û mezin bo aramkirin û destpêkirina diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bo çareserkirina pirsgirêk û şikandina dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê hebûye.