image

PeyamaKurd- Kurdên Şebek yên ku li Deşta Nînowayê dijîn, dixwazin ku Hikûmeta Kurdistanê, di parlamentoyê de we nûnerekî bide wan jî.

Di derbarê mijarê de Endamê Parlamentoya Iraqê Salim Şabek daxuyaniyek da û got ku di parlamentoya Kurdistanê de nûnerên Kurdên Şebek nîn in. Ji ber vê yekê me jî daxwaza kursiyekî kir. Me ji erkdarên Kurdistanê daxwaza xwe kir. Em bawer dikin ku ew ê li ser vê daxwazê bisekinin. Lewra Kurdên Şebek jî parçeyekî Kurdistanê ne.

Kurdên Şebek bi piranî li Deşta Nînowayê dijîn û nêzîkî nîv mîlyonî hijmara wan heye.