image

PeyamaKurd- Endamê Rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemîn Hawramî ji çapemeniya Kurdî re axivî û got; Serokomarê Iraqê, wê yekî Kurd be. Lê belê, ne şert e ku ev kes ji YNKê be.

Endamê Rêvebiriya YNKê Arez Ebdullah jî got ku lazim e serokomarê Iraqê ji YNKê be. Bi vî rengî wê baştir bibe. Lewra tecrûbeya YNK ji bo vî kusiyî zêde heye. Lê belê dîsa jî divê kursiyê Serokomariyê û yên dî jî bi levhatinê werin belavkirin.

Arez Ebdullah wiha berdewam kir: Hem li Iraqê û hem jî li Kurdistanê yekîtiya Kurdan pir girîng û lazim e. Divê em li dengên cuda jî guhdarî bikin.