image

PeyamaKurd- Di dema ku bo şaredariya Dêrika Mêrdînê, qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safitürk qeyyûm hat tayînkirin, ji aliyê hinek hêzan ve hatibû kuştin. Li ser bûyerê gumanbarê bi navê Şerif Mesutoğlu û hinek kesên din hatibûn zîndanîkirin.

Dadgehkirina 8 kesên girtî û 15 kesên gumanbar ku li dadgeha cezayê giran ya 3yemîn ya Mêrdînê dewam dike. Gumanbar Şerif Mesutoğlu xwest bi tenê bimîne û kesên li cem wî derxin da hinek tiştên taybet û girîng bo dadgehê bêje. Daxwaza wî hat qebûl kirin. Gumanbar Şerif Mesutoğlu di dema ku îfadeyên wî bi rêya SEGBİSê ji zîndana Sêwerega Rihayê dihat sitendin, agir bera xwe da.

Wezîfedarên zîndanê ketin odê û mudaxeleyî agir kirin. Dadgeh navber da celsê. Birîndar Mesutoğlu birin bo nexweşxaneya dewletê ya Sêweregê. Hat ragihandin ku talûka jiyana wî tine ye.