image

PeyamaKurd - Firokeyên şer yên Tirkiyê çend deverên Şingalê bombebaran kirin. Rêveberê Bajarokê Sinûnê ragihand, hêzên ku hatine bombebarankirin, hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bûne.

Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Xwedêda Çûkê ragihand ku firokeyên Tirkiyê çend deverên Şingalê bombebaran kirin.

Xwedêda Çûkê eşkere kir, hêzên ku hatine bombebarankirin, hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bûne.

Fermandarê Pêşmerge yê li Şingalê Qasim Şeşo jî ragihand: “Firokeyên Tirkiyê karwaneke wesayîtan a YBŞê li devera Siknê nêzîkî Bab Şilo ya li rojavayê Sinûnê ya ser bi Şingalê kirin armanc.”

Qasim Şeşo diyar kir ku firokeyên Tirkiyê li Şingalê 4 otomobîlên YBŞê kirine armanc, ku ji merasîma salvegera komkujiya Kurdên Êzdî ya li gundê Koço vedigeriyan.

Agahiyên derheqê ziyanê de dê were dayîn…