image

Zixt û zordarîya ku PYD li dijî Kurdên mixalif pêk tîne ne veşartî ye. Bi taybet zordarîya ku li dijî partîyên Kurdistanî û li dijî ENKS pêk tîne, ji alî herkesî ve tê zanîn. Herî dawîn li dijî Serokê Partîya Yekîtîya Kurd û kevneserokê ENKS Brahîm Biro biryara girtinê hatibû derxistin û niha jî li bajarê Qamişlo xuşka Brahîm Biro û malbata wê ji alî PYD ve hatiye revandin.

Brahîm Biro, di malpera xwe ya Facebookê de daxuyand ku PYD li bajarê Qamişlo xuşka wî û malbata wê revandine.

Pirsgirêkên di navbera PYD û partîyên din yên Kurd de berdewam in. Sedemek ji sedemên ku PYD bi tundî dijminatîya ENKS û partîyên pêve girêdayî dike ev e ku ew di enîya dijî rejîma Esed de cîh digrin û alîgirên mixalefeta li dijî Esed in.

Z.B