image

Li gundê Belawa yê Kerkûkê komek kesên ku nediyar bûn êrîş birin ser trimbêla berpirsê Buroya Eniya Tirkmenan ê gundê Belawa û di encamê de Ahmet Omer Kadir brîndar kirin.

Îro beriya demjimêrekî berpirsê ofîsa Eniya Tirkmenan li gundê Belawa rastî êrîşa çekdarî hat. Kadir dema êrîşê bi malbata xwe re bû û di encama êrîşê de brîndar bû. Hevjîn û birayê Kadir jî di êrîşê de brîndar bûn. Lê metirsiya canî tune ye.