image

PeyamaKurd - Berpirsê Şaxa PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ragihand ku li sînorê Mexmûrê tevgera DAIŞê zêde bûye ku bi koman tên dîtin, Amerîka jî bi cidî hest bi metirsiyê dike ji wê tevgera terorîstan.

Kirmanc Ebdulah Berpirsê Şaxa PDKê li Mexmûrê ji malpera PDKê re ragihand: “Ji ber zêdebûna tevgera DAIŞê li navçeyê, şandeke Amerîka bi hevbeşî ligel Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê serdana navçeya Qereçox a Mexmûrê kirin û piştre jî serdana Mexmûrê kirin. Helbet ew navçe berê Pêşmerge li wan bûn lê niha hêzên Iraqê û Heşda Şebî dagîr kirine û li wir valahiyeke emnî çêbûye û ew hêz nikarin wan navçeyan biparêzin.”

Ebdulah wiha dewam kir: “DAIŞ bi awayekî mezin tevgerê dike û piştî nîvro tevgera wan bi komî tê dîtin û yek dizane ku tevgera wan pir bihêz û zêde bûye. Amerîka jî ji ber ku hest bi metirsiyê dike, lewma serdana wan navçeyan kiriye.”

Herwiha Ebdulah destnişan kir ku: “Hêzên Iraqê û Heşda Şebî nikarin rûbirûyê DAIŞê bibin. Heta rêkeftineke siyasî neyê kirin PDK venagere Mexmûrê. Em dixwazin bi ala Kurdistanê vegerin.”