image


PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe de helwesta Yûnanistanê nirxand û got: "Qewîtiya me li wan bila xwe ji provokasyonan dûr bigrin."

Binali Yildirim li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê piştî axaftina konferansa danasîna Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ji rojnamevanan re got: "Wek hûn jî dizanin Yûnanistan li Deryaya Egeyê car carinan tevlî fealiyetên provokasyonî dibe û demên dawî ev zêde dibin. Hinek giravên ku aîdiyeta wê ne diyar hene. Wek giravên Kardakê li hemberî van jî hinek hewldanên desteserkirine pêk tên û herî dawî jî Yûnanistanê li girava Antrofotos a Didimê ala xwe çikand."

Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tîmên ewlehî yên qeraxê mudaxele kirin û ala Yûnanistanê rakirin. Qewîtiya me li wan bila di nava têkiliyên baş de bin û xwe ji provokasyonan dûr bigrin. Bila ti kes hêviya ku em ji desthilatiya xwe tawîzan bidin neke. Em van rewşên fiîlî bê bersiv nahêlin û bersiva pêwist dê were dayîn."