image

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êdî Kore bo dinyayê tehdîda hukleerî nîne. Trump piştî li Sîngapûrê bi serokê Koreyê bi Kim re hevdîtin kir, di ser hesabê xwe yê Tweeterê de peyamekî belav kir.

Trump weha got: "Êdî ji Kore ya Bakûr tehdîdeka nukleerî nayê. Bi Kim Jong-un re em hatin cem hev û cerbandineka bi erênî bû. Di dahatûyê de potansiyeleka baş ya Koreyê heye.”

Trump got ku berya were ser îdara Amerîkayê, herkes li bendêbû ku bi Koreyê re şereka mezin bêkirin. Hetta Obama digot ku problema mezin bi Koreyê re ye. “Ev êdî wisa nîne. Hun bi rihetî dikarin bixewin.”

Metnên lihevkirina Trump û Kim wê di rojên pêşiya me de derên holê.