image

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand; “ez do gelek tund axifîm lê baweriya min ya bi NATO yê tam e.”

Ajansa AFP ê ya nûçeyan ragihand ku hinek endamên NATO yê li ser gotinên Trump ku di derbarê budçe ya parastina endamên wan de zêde diaxife, civînekî pêkanîne. Serokê Amerîkayê Trump got ku endamên NATO yê soz dane da budçeyên parastinê derxin ser %2 budçeyên xwe yên welatî.

Trump got bi sedema ku Amerîka heya niha ji endamên NATO yê muameleyeka adilane nedîtiye lê niha wê muameleya bi Amerîka re weke destpêk ji niha û pê de bi dadwerî be.

Trump di dewama axaftina xwe de got ku di mesrefên NATO yê de, tenê 5 dewlet digihên hedefên xwe yên mesrefên berevaniyê.

Di her axaftina di derbarê NATO de Trump digot ku endamên NATO yê mesrefên xwe yên bo NATO yê nadin û dê ji endamtiya NATO yê vekişe. Lê Trump vê carê behseka weha nekir.