image

Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku tê çaverêkirin roja pêncşemê li Tirkiye be. Tillersonî berî serdana xwe ya Enqereyê li Urdinê ji dezgehên ragihandinê re mijara peywemdiyên Tirkiye û Amerîkayê nirxand wî got: "Em endîşeyên derheqê ewlehiyê de yên Tirkiyeyê baş fêhm dikin."

Rex Tillerson her wiha derheqê tekoşîna li dijî DAIŞê de jî anî rojevê û got: "Li herêmê bi dawîbûna operasyonên leşkerî nayê wateya ku DAIŞê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve bi temamî hatine têk birin. Dê tekoşîna me ya li dijî terorîzmê di sala pêşiya me de jî berdewam be. Washîngton ji bo li herêmên rizgarbûyî yên Sûriyeyê bikar bîne biryar da ku 250 milyon dolar alîkarî bike.