image

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg ragihand ku wê dewleta Gurcistanê bibe endamê NATO yê. NATO hem dagirkirina Kırımê ji aliyê Rûsya de şermezar kir.

Stoltenberg di zîrwe ya NATO yê de, bo rojnamevanan weha ragihand: “Em destekê didin eleqeya Gurcistanê ya Ewro-Atlantîkê. Wê Gurcistan bibe endamê NATO yê. Hevkarên me vêya tesdîq kirin.”

Bo endamtiya NATO yê wê bi Gurcistanê re xebatên NATO yê dewam bikin û Stoltenberg ragihand ku Gurcistan bo endamtiya NATO yê reformên gelek serkeftî kiriye. Sekreterê NATO yê balê kişand ser ciddiyeta Rojhilatê Ûkraynayê ku hêj xeteriya wê derê dewam dike.