image

Li gor beyana nivîskî ya wezareta karê derve yê Rûsyayê, di şeva 31 ê meha 12an 2017an de grûbek bi topên hawanan êrîş birine ser baregeha Rûsyayê ya Hmeymimê. Rûsya tesbît kiriye ku mîlîtanên êrîş kirine ser wan li nêzî Îdlîbê li sînorê rojabayê wê ne.

Hat ragihandin; depoyeka balafirên bê mirov ji aliyê Rûsya de hatiye tesbîtkirin û ragihandin weha dewam dike: “Bi operasyona hêzên taybet yên Rûsyayê (Spetsnaz)depoya balafirên bê mirov hat îmhakirin û ew grûba ku bi topên hawanê êrîş birin ser baregeha me, bi temamî hatin kuştin.”

Hat ragihandin ku êrîş ne ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin. Êrîşê grûbeka bi navê “Tevgera Azad ya Alewiyan” girt ser xwe ku navê wê hêj nû tê bihîstin.