image


PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastin ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got: “Herêmên ku Amerîkayê li Sûriyê kirine armanc ne bin erd bûn an jî ne baregehên ku bi pergalên parastinê dihatine parastin bûn, "Ji bo jinavbirina wan herî zêde 10 moşek bes bûn."

Îgor Konaşenkov ragihand ku êrişên li dijî Sûriyê ji Tengavê, Behra Sor, û Behra Spî û ji devera El Tenef ku Amerîkayê li Sûriyê bi awayekî derqanûnî dagîr kiriye, bi moşekên kruz ji berr û behrê avêtine pêk hatiye.

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di dîmenên ku medya Amerîka-Ewropa belavkirine de tê xuyakirin ku hedefên tên rûxandin ne deverên veşartî ne û bi çavê serî tên dîtin. Li gorî cûreyên xwe guleyên moşekên Tomhawkan digihîje tonek û nîv hêza TNTyê. Yanî li gorî hemû cûreyên hesabkirinê ji bo jinavbirina van avahiyan herî zêde 10 moşek bes bûn.”