image

PeyamaKurd - Wezîrê Gîhandin, Ragihandin û Behrevaniyê yê Tirkiyê Ahmet Arslan ragihand, di navbera Tirkiye û Îranê de rêwîtiya bi trenê wê piştî Eyda Remezanê di 18ê Hezîranê de dest pê bike.

Arslan li Gara Trenê ya Qersê pêşangeh vekir.

Arslan di vekirina pêşangehê de axivî û diyar kir pêşangeh ji 42 wêneyên ku di guzergahên trena Ekspresa Rojhilatê de hatine kişandin pêk tê û got ku ev pêşangeh wê li bajarên din jî vebe.

Wezîr Arslan di axaftina xwe de mizgînî da ku di navbera Tirkiye û Îranê de rêwîtiya bi trenê wê piştî eydê dest pê bike û wiha dewam kir:

"Ekspresa Malatya û Elezîzê ji bo bajarên me girîng e û înşallah wê ji îro pê ve dest bi xizmetê bike. Di navbera Îran û Tirkiyeyê de trenan bar dibir û dianî, lê birin û anîna rêwiyan tunebû. Nêzî 3 salan e ku trena navbera Tebrîz û Wanê sekinî ye. Rêwîtiya bi trenê wê piştî Eyda Remezanê di 18ê Hezîranê de dest pê bike. Trena me ya ewil wê di 18ê Hezîranê de ji Tebrîzê bi rê bikeve û were Wanê û roja din wê ji Wanê here Tebrîzê. Ev ji bo welatê me û herêma me girîng e. Ev trena me wê di hefteyê da du rojan ji Wanê here Tebrîzê û dîsa 2 rojan jî wê ji Tebrîzê were Wanê."