image

PeyamaKurd- Rahîb Brunsonê ku heya niha girtîbû, bi 3 salan hat cezakirin û şertê kontrola dadî ya wî hat rakirin. Heya niha wexta ku di zîndanê de maye, bi zêdayî têrî cezayî wî dike lewra serbest hat berdan.

Parêzerê Brunson ragihand ku wê li ceza îtîrazê bikin. Di vê sietê de niha Brûnson gihaye mala xwe ya li bajarê Îzmîrê û wê paşî here Amerîkayê.