image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ragihand ku bi serokê Sûriyê bi Beşer Esed re ti pirsgirêkeka wan tine ye. Tenê di parastina sînorên xwe de wê tawîzê nedin.

Li gor ragihandina çapemeniya Îsraîlê di dema ku Netenyahû ji seredana xwe ya fermî bo Moskovayê dihat, li ser pêşdeçûnên dawî yên Sûriyê şiroveyan kir. Netenyahû got ku ew naxwazin têkilî karê hundir yê Sûriyê bibin û di berê de jî tekil nebûne lê bi hebûna dewama Îranê, DEAŞê û Hîzbûllahê li Sûriyê, aciz in.

Netenyahû got ku ev 40 sale bi rêvebiriya Esed re ti pirsgirêkeka wan tine ye û ev 40 sale ku yek fişekek ji aliyê Sûriyê ve nehatiye avêtin bo Golanê. Netenyahû dewam kir û got ku ew ne li dijî dewama rejîma Esed in. Lê her kî bike bila bike, ew li hemberê îhlala sînorên xwe ne.

Serokwezîrê Îsraîlê di nava 6 mehan de ev 3 care ku diçe Moskovayê û bi Putin re hevdîtinan dike û di rojeva wan de her dem mijara Îranê heye ku li Sûriyê hebûna wan dewam dike.

Di hevdîtinan de Netenyahû gotiye ku divê Îran ji Sûriyê derê û bo her îhlala sînorê Îsraîlê, wê sînorên xwe biparêzin.