image

PeyamaKurd - Encûmena Leşkerî ya bajar ê Minbicê bersiva gefên Tirkiyê da û tekezî li ser xurtkirina pêgeh û sengerên xwe li eniyên pêş dike.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim ragihand, ku ew weke hêzeke leşkerî hemû rêkaran ji bo parastina bajarê xwe werdigrin û diyar kir ku gefên Tirkiyê nikarin wan ji xurtkirina pêgeh û sengerên Minbicê vegerînin.

Ebû Elî Necim herwiha bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Tirkiyê ya bi serkêşiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), bi hinceta xurtkirina sengeran, careke din gefan li Minbic dike.

Necim li ser helwesta xwe ya tundkirina pêgeh û sengeran rijd e û dibêje ku ew, tevî gefên Tirkiyê ji vê yekê venagerin û dê berdewam bin li ser bihêzkirina pêgehên xwe li derdora Minbicê bo parastina wê herêmê.