image

PeyamaKurd- Telegram bi biryara dadgehê ji îro û pê de, li Rûsyayê  wê nê bikaranîn. Sedem jî ew e ku kodên şîfreyê bi îstîxbarata Rûsya re parvenekiriye.

Rêvebiriya Roskomnadzor ku rêxistina zanista federal ya Rûsyayê ye, ragihand ku ji îro û pê de qedexe ya Telegramê li Rûsya destpêkiriye. Rêxistin, her weha ragihand ku bicîhkirina Telegramê ji Google û Androidê bê rakirin.

Roskomnadzor, ragihandina biryara dadgehê di ser sîteya xwe ya înternetê de kir. Ajansa Rûs Interfax ragihand ku rakirina Telegramê wê çend siet dewam bike.

Roskomnadzor, bi ûcba ku wê Telegram karibe ji aliyê rêxistinên terorê de bê bikaranîn, Rûsya dixwest kodên şîfrekirina mesajan bi îstîxbarata wan re parvebike.

Heman tişt li seranserê Îranê jî bi ûcba ku di xwepêşandanan de Telegram hatiye bikaranîn, hatibû qedexekirin.