image

Li Parîsê, paytextê Fransayê ku Parîs di dinyayê de jî wek bajareke paytaxt tê nasîn, ji serê salê û vê de 18 kesên bêxwedî-bêmal ji ber serma û seqemê jiyana xwe ji dest dane.

Mijara ku kesên ji ber sermayê mirine, çîroka keçika kufritfiroş ya ku ji aliyê Hans Christian Andersenî ve di sedsala 18an de nivîsandî anî bîra mirovan.

Kolektîfa Miriyên Kolanan CMDRê ku piştgiriya kesên bêxwedî yên li kolanan dimînin dike ragihand ku ji sersalê ve de li Parîs û banliyoyên derdora wê, 18 kesên bêxwedî jiyana xwe ji dest dane.

Kolektîfa Miriyên Kolanê di daxuyaniya xwe de wiha got:” Li gorî amareyên ku hatine ber destê me, hejmara miriyan 18 kes in, lê di rastiyê ev hejmar pir zêdetir e. Ji ber serma û seqema dijwar a meha dawî ya Fransayê kesên bêxwedî ku li kolanan dijîn di bin metirsiyê de ne.

Herwiha Walîtiya Parîsê jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku qapasîteya navenda starbûnê li bajêr 3 hezar û 682 kes e û hezar û 691 cihên din jî li vê stargehê hatiye zêdekirin.