image

PeyamaKurd- Anketa şirketan ya bi navê GEZİCİyê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya serokomariya Tirkiyê, anketek çêkir. Li gorî encamên anketê her ku diçe rayên Recep Tayyip Erdogan kêm dibin û yên Muharrem İnce jî zêde dibin.

Şirketa anketan ya bi navê GEZİCİyê encamên anketa xwe eşkere kirin. Li gorî encamên anketê; li gorî encamên anketa berî vê bi hefteyekê rayên Erdogan %1.6 kêm bûne. Rayên İnce jî ji %2 zêde bûne. Rewşa HDPê jî pir krîtîk e. HDPê jî rayên xwe bi qasî ji %0.1 zêde kirine, lê belê hê jî rewşa wê baş zelal nebûye ku wê bendê derbas bike an ne.

Li gorî encamên  GEZİCİyê, di hilbijartina 24ê Hezîranê de rêjeya rayên partiyan wiha ye:

Tifaqa Cumhûrê (AKP-MHP): %48.7

Tifaqa Milletî: % (CHP, İP, SP, DP): % 39.3

HDP: %11.5