image

PeyamaKurd- Li welatê Ermenistanê bo serokkomarê berê Sarkisyan nebe serokwezîr, bi hezaran kes ketin kuçe û kolanan û xwepêşandan kirin. Sibe wê serokwezîrtiya Sarkisyan bidin ber dengdanê.

Dengdan wê sibê li parlementoya Yerîvanê bêkirin. Li payîtext Yerîvan û gelek bajarên din di eleyhiya Sarkisyan de xwepêşandan û dijberiya li hember Serj Sarkisyan têkirin. Xwepêşandêr bo demekê radyoya Yerîvanê xistin destê xwe.

Li ser rê û peyarêyan bi hezaran kes rêyên sereke yên ku diçin parlementoyê û avahiyên fermî girtin. Xwepêşandan bê pevçûn û tundî dewam dikin.

Di radyoyê de xwepêşandêr weşana radyoyê  birîn û peyama xwe ya li dijî desthilatiya Sarkisyan û malbata wî xwendin. Piştî xwendina peyamê dev ji radyoyê berdan û çûn.

Li bajarê duyem yê mezin yê Ermenistanê, li Gumriyê xwepêşandaneka mezin destpêkiriye. Serokê partiya muxalif yê bi navê Nikol Paşinyan bang li xelkê kir ku dest bi bêîttaatiya sîvîl bikin.

Sarkisyan ev 10 sale ku dewleta Ermenistanê birêve dibe. Heya niha gelek qanûnan guhertine û erkeka zêde dane destê serokwezîr û Sarkisyan dixwaze bibe serokwezîr. Li gor qanûna berê piştî du dewreyan serokkomar nikare xwe bike namzet bo serokkomariyê.