image

PeyamaKurd – Kurd ên siyasî, civakî, parêzer û endamên berê yê parlamentoya Îranê li Rojhelatê Kurdistanê ji Rêberê komara Îranê Elî Xemaneyî daxwaz kirin ku, biryara darvekirina Ramîn Hisên Penahî were hilweşandin.

Hat ragihandin ku 40 çalakvanên Kurd ên siyasî, civakî, parêzer û endamên berê yê parlamentoya Îranê li Rojhelatê Kurdistanê di nameyekê de bo Rêberê komara Îranê Elî Xemaneyî daxwaz kirin ku, biryara darvekirina Ramîn Hisên Penahî were hilweşandin.

Di nameya wan çalakvan û parêzerên Kurd de hat diyar kirin, ku niha Ramîn Hisên Penahî li gor biryara dadgehê li ber sizayê darvekirinê ye, lê rêberê komarê mafê pêdaçûn û hilweşandina biryarê heye, lewma xelkê Rojhelatê Kurdistanê jî çaverêya karekî wiha dikin ji ber ku, Ramîn Hisên Penahî ne yê darvekirinê ye.

Li gor çavkaniyên mafê mirovan cîbecîkirina sizaya darvekirinê hatiye pesend kirin û biryare piştî meha remezanê were pêkanîn.