image

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman ragihand ku ti kes nikare tevgerên wan yên li Sûriyê asteng bike.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman ji malpera Walla Newsê re axivî û wiha got: “Em karê xwe dikin, hemî rê li ser masê ne. Em nahêlin Îran li herêmê hêzdar bibe. Ev ji bo me xetere ye. Em her dem bi Rûsyayê re di nava têkiliyê de ne. Em tevlî karê Sûriyê yê navxweyî nabin. Hemî tevgerên me ji bo ewlehiya me ne. Rûsya jî vê yekê baş dizane. Ji ber ewlehiya xwe jî ti kes nikare tevgerên me bisekinîne.