image

PeyamaKurd- Îsraîlê got ku firokeke bêinsan hidûdê hewayî yê Îsraîlê derbas kiriye û li dijî vê tevgerê, me sê cihên leşkerî yên Sûriyê hedef girtin.

Artêşa Îsraîlê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Duh li ser Gola Taberriyê firokeke bêinsan tixûbê me derbas kiriye. Me firoka bêinsan bi moşekên patriotan daxist. Piştre jî me li Sûriyê sê cihên leşkerî bombebaran kirin. Li dijî îxlalên wiha, bersivên me wê tundtir bibin.”

Ev geşedan di dema ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû û Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin bi hev re civînê dikin de çêbûn.