image

PeyamaKurd- Serokê Sûriyê Beşar Esed got ku li Başûrê Rojavayê Sûriyê hewldanên çareseriyê dewam dikin. Lê heke çareseriyek neyê dîtin, operasyon wê dest pê bikin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji televîzyona dewletê SANAyê re axivî û got ku ji bo çareseriyeke siyasî em şensekî dî jî didin. Em dixwazin ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Lê heke çareseriyek neyê dîtin, ji operasyonan pêve ti rê namînin.

Hêzên Kurdan yên li Bakurê Sûriyê jî îdda kirin ku Esed ji bo çareseriyê diaxive, lê belê ti gavên berbiçav navêje. Serokê TEV-DEMê Aldar Xelîl got ku heta niha dewleta Sûriyê ji bo çareseriyê ti gav neavêtine.