image

PeyamaKurd - Wezîrê Neftê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene ragihand ku Şirketa Neftê ya Fransî TOTAL heger ji peymana pêşxistina qonaxa 11emîn a qada xaza siruştî Parsa Başûr vekişe, ew ê ligel Şirketa Neteweyî ya Neftê ya Çînê (CNPC) pêvajoyê bidomînin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Tesnîmê, Zengene der heqê daxuyaniya TOTALê ya ku heger ji Amerîkayê belgeya muefiyeta ji astengiyan nestîne, ew ê ji peymana pêşxistina qonaxa 11emîn a qada xaza siruştî Parsa Başûr vekişe de wiha got, "Heger TOTAL vekişe, CNPC wê bikeve şûna wê."

Zengene destnîşan kir ku li gorî peymanê, TOTAL heger ji peymanê vekişe, mecbûr nîne ku tezmînatê bide û wiha dewam kir, "Heger CNPC jî vekişe, wê demê em ê bi şirketa Îran Petro Parsê re dewam bikin."

TOTAL û hevkarên wê yên projeyê Îran Petro Pars û Şirketa Neteweyî ya Neftê ya Çînê (CNPC) par di tîrmehê de ligel Wezareta Neftê ya Îranê peymaneke 20 salan a bi 4 milyar û 200 milyon ewroyî îmze kiribûn.