image

PeyamaKurd- Dîmenên S-400an ku bi vîdeoyê hatine kişandin kete ser rûpelên çapemeniyê. Nehat aşkerakirin bê dîmen li ku derê hatine kişandin.

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku sîstema fuzeyan ya S-400an li başûrê welat hatiye ceribandin. Di heman demê de dikare li 80 hedefan bixe.

S-400 niha li Rûsyayê li herêma Kirimê û li welatê Sûriyê heye. Belkî jî di bergiriya Sûriyê ya 2 roj berê de, ev sîstema fuzeyan hat bikaranîn.

Tirkiye jî du heb ji sîstema S-400an sîparîş dabû û perê wan safî kiribû. Lê teslîmkirina wan sala pêşiya me wê di meha tîrmehê de be. Kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê de, di navbera Tirkiye û Amerîka de bûye sedema gengeşeyeka mezin.