image

Erebistana Si’ûdî roj bi roj guhertinan dixe nava qanûnên xwe. Vê carê jî jinên temenê wan di ser 25 salan de be, dikarin bi serê xwe herin Erebistana Si’ûdî.

Berê jineka ku biçiya Erebistanê diviya bi zilamê xwe, bira an bi yekî dereca yekem re biçûya Erebistanê.

Her jina di ser 25 salan de be, dikare vîza xwe bo 30 rojan bistîne û here Erebistanê. Ev vîze di derveyê vîzeya kar, hec an umrê de ye. Erebistan ji bo vîzeyê sîstema elektronîk daniye.