image

Li ser gengeşiya di navbera Israil û Sûriye de Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borris Johnson got:”Em pişgrên Israilê ne û mafê Israilê heye ku xwe ji êrîşên Sûriye û Îranê biparêz e.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borris Johnson derbarê pevçûn û gengeşiyên di navbera Israil û Sûriyê de ragihand ku İsrail mafê xwe yê parastinê bi kar tîne. Johnsonî got:”Îran ji hewldanên ji bo pêvajoya aşitiyê dûr e û em ji wan hewldanên wê bifikar in.”

Johnson helwesta İsrailê yên li dijî hikûmeta Şamê wek ‘mafê xweparastinê' bi nav kir û got: "Brîtanya ji geşedanên li ser sînorê İsrailê yên Sûriyeyê bifikar e. Em piştgiriyê didin Israilê ku li hemberî êrîşên li dijî xwe, xwe biparêze."

Hêjayî bibîrxistinê ye rojên borî Sûriye balafirek yê Israilê li ser girên golanê xistibû erdê û li ser vê yekê balafirên şer ên Israilê çend niqteyên aîdî rejîma Şamê bombebaran kiribû.