image

PeyamaKurd- Artêşa Azad li bajarê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê, 3 siyasetmedarên Kurd yên endamê Partiya Demokrata a Pêşverû binçav kirin.

Di derbarê bûyerê de partiya Pêşverû daxuyaniyek da û got ku ji 3yê Temûzê heta niha 3 endamên partiya me di bin çavan de ne. Divê berî gavekê ew werin berdan.

Endamên ku hatine binçavkirin; kesên bi navên Hişmend Menan Şêxo, Abdulhamîd Ahmed Suleyman û Necîb Muhammed Abdo ne.

Herêma Efrînê di 18 Adarê û pêde ketibû destê Artêşa Azad û Artêşa Tirkiyê. Piştî vê geşedanê ji 200 hezarî zêdetir kesên Efrînî ji welatê xwe revîn û çûn. Niha kesên ku dixwazin werin bajarê  xwe rastî hinek astengan tên. Lewra Artêşa Azad nahêle ku  gel were malê xwe. Bi qasî 50 jinên Efrînê di girtîgehên Artêşa azad de ne û Artêşa azad îşkencê li sivîlên herêmê dike.