image

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî daxwaz ji Tirkiyê kir ku, hêza xwe ji nav axa Iraqê vekişîne.

Hevpeymaniya Feth daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, îro li Bexdayê Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir û çend babetên di navbera Bexda û Enqerê de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Hadî Amirî tekez kir ku, Tirkiyê welatekî dost e û berdewam piştgiriya Iraqê dike û daxwaz ji wî welatî kir ku, soza xwe derbarê zêdekirina pişka ava Iraqê bicih bînin.

Herwiha li gor daxuyaniya Feth Amirî eşkere kiriye ku, ji bo pêwendiyên herdu welatan têkneçin pêwîste Tirkiye hêza xwe ji nav axa Iraqê vekişîne.