image

PeyamaKurd- Serokê Koalîsyona Fetîhê Hadî Amirî got ku divê Tirkiyê leşkerên xwe ji axa Iraqê derbixe.

 Koalîsyona Fetîhê piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Duh li Bexdayê Serokê Koalîsyona Fetîhê Hadî Amirî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser hinek qeyranên di navbera Tirkiye û Iraqê de hate sekinîn. Di hevdîtinê de Amirî ji Çavuşoglu re got ku em Tirkiyê wekî dewleteke dost dizanin û dixwazin pêwendiyên xwe bidomînin. Lê belê divê Tirkiye soza bîne cih û alîkariya avê zêdetir bike û leşkerên xwe jî ji axa Iraqê derbixe.”