image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Amerîkayê 500 tir alîkariya leşkerî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re rêkirin.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê Amerîka alîkariya xwe ya leşkerî, lojîstîk û perwedehiyê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dewam dike û di vê hefteya dawî de ji 500 tirî zêdetir alîkarî rêkire Rojavayê Kurdistanê.

Amerîkayê şeva bûrî konvoyeke ji 300 tirî pêk dihat rêkire herêma Qamîşloyê. Ji vana 30 wesaîtên zirxîpûş bûn. Hefteya burî jî herî kêm 2 cemseyên Zirxîpûr yên bi navê “Lenco BearCat” rêkirine herêma Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD). Ev wesaît dikare 12 kesan bistîne û ji aliyê Amerîka, Awusturalya, Kanada, Brezîlya, Hollanda, Belçîka, Fas û Bangladeş ve têne bikaranîn.