image

Roja înê Amerîka 14 kesan xiste nava lîste ya xwe ya ku dorpêçê deyne ser wan. Yek ji wan kesan jî Ayetûllah Sadiq Amulî Larîcaniye ku erka dadê di destê wî de ye.

Li ser mijara Larîcanî wezareta karê derve yê Îranê bertek nîşan da û got ku Amerîka xeta sor derbas kiriye û dê bersiva Amerîka bidin. Lê behsa awayê bersivê negotin.

Amerîka ji ber binpêkirina mafên mirovan, di mijara terorîzmê de an di mijara çêkirina fuzeyên balastîk yên nukleerî de, cezakirina Îranê dewam dike da dev ji van tiştan berde.

Amerîka Larîcanî ji îşkencekirina zîndaniyan û muameleya xerab berpirs digre.