image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Malezyayê Mahathir Muhammed got ku wê welatê wî car din dest bi çêkirina otomobîla xwe bike. Muhammed, di konferansa Nikkei ya navdewletî de, li Tokyoyê ya bi navê ‘Dahatûya Asyayê’ de axifî.

Muhammed weha got: “ Hedefa me ku em erebeya xwe ya malê çêbikin û belaveyê dinyayê bikin. Di dema Necib Rezaq de otomobîla Protonê çêbû lê bi sedema ku firotin şîrketeka Çînê, nema ew dibe malê me.”

Mahathir dewam kir û got dibe ku di serî de pêdiviya wan bi sermaya biyanî hebe lê di pey de wê karibin bi xwe çêkirina otomobîlê dewam bikin.